Seîd Yûsiv - Bes e
wêneyê hunermendî:ê 337 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Bes e

Min dilek girt û min dilek berda
Dilê min bûye kanya kul û derda
Te soz dida min te ez xapandim
Te ez xapandim nizam bû cara çenda
Bû cara çenda

Bes e…
Bes e keçê dev ji min berde
Bes e…
Bes e heyran dev ji min berde

Te xwe dixapînî lêlê min ji rê dibî
Bo te ez ranazim gulam heyanî sibê
Ez ne poşman im lê bi soz û peyman im
Lê tu nizanî wê çi bi serê te bê

(Dîsgotin)

Te soz her didan bi sond û peyman
Axir ji destê te lê sed carî eman
Te digo îro, sibe, yan serê salê
Alem zewicîn tenê ez û tu man
Tenê ez û tu man

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?