Seîd Yûsiv - Bû Êvar
wêneyê hunermendî:ê 669 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Bû Êvar

Bû êvar ro li me çû ava
Lawiko de em herin malê
Ba rabû li me tê xunav e
Şêrînê dilê min delalê
Wê bigerin li me dê û bav e
Xwestî me ji bo kurê xalê
Va ez herim bişyê silava
Nebêje kesî çûme balê

Bû dereng şev li me bû tarî
Carek dî tu kare min bibînê
Li min û te xunav dibarî
Û ax ji derdê vê evînê
Bav wê li mixê bira bi neyarî
Wê diya min derda hilînê
De ez herim mala xwe bi kubarî
Ji te pêve kes min nayînê

Bi te re soz va ezê rabim
Bême vir her du heftî ya
Ez ê bi xwe cîranê xema bim
Te derdê vê işqê dîtiye?!
Ji te pê ve ji kesîra nabim
Delalê dilê min xeynî te kî ye?!
Ji te re me divê bi te şabim
Te nadim bi koma xwedîya

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove
logo
Dr Radwan Mohamad 17-12-2022 07:49:32
Gelekî spas, êv strana Seîd Yûsiv xweş e??❤?️

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?