Seîd Yûsiv - Çar Jin
wêneyê hunermendî:ê 195 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Çar Jin

Gelek hene ji me dîn in
Ku çar jina ew tînin

Û serî dikin belayê
Weke dilê wa nayê

Ê dizewicê du car
Dibê bikê sisê çar

Bo xwe pir dikê derd
Yek anî ya dî berda

Pir dibê dil diêşînê
Ji bo çi jina tînê

Tu jê bikê pirsîyar
Bo çi te jin kirin çar

Wê bê yek jê ne baş e
Ya didû wê pir şaş e

Ya sisîya xopanê
Ya çara hinkî zanê

Jin dibin dijminê hev
Hero dixeyîdin tev

Divê ew bibê qazî
Yek ji wan nabê razî

Zarokê kevnê jar in
Zarwê ya nû neyar in

Piçûkê kevnê xweş in
Tazî û belegnaz in

Ya nû bo wî çav û gav
Piçûk bi kinc û pêlav

Ya kevin dibê bê xêr
Ya nû timî bi zîv û zêr

Bo çi ev ser êsayî
Derda dikî peydayî

Bîne bi dil yek jinê
Dilxweş bijî li dinê

Paşî tê bibê poşman
Tê li serkê rih û can

Nebe kalek bê dinan
Bijî bi şahî ciwan

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?