Seîd Yûsiv - Cejna Mezin
wêneyê hunermendî:ê 204 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Cejna Mezin

Newroz cejna mey mezin e
Hevalo werin dîlanê
Ev ro cejna gelê min ne
Li her çar parçê Kurdistanê

Newroz roja nû li me da der
Tu mizgînî bo Kurda yî
Ala mey kesk û sor û zer
Bila bimînê hildayî

Newroz cejna hêja û rind
Beremberî sed cejnî ye
Bere agir bibe bilind
Li nav serê hemû çiya

Newroz cejna azadîyê
Rêka cengê dabû xuyan
Bibin yek û bi yekîtiyê
Zû rizgar dibê Kurdistan

Em Kurd bi ceng û xebat in
Hero li ba me newroz e
Em canfidayê welat in
Jîna welat bo me doz e

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?