A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seîd Yûsiv - Civan Bide
119 Xwendin
0 Ecibandin
Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Civan Bide

Civan bide û herava dehlê
Dûvre ez ê bêm
Natirsim ez go te birevînim
Tu min nebîne kêm

Ji bo te ez karim
Xwe bikim canfide
Heskirina te pir
Ketîye dilê min de
Go malê min hebe
Min ê li te bide
Dil bû min da te
Kulîlka devê çêm

Bê mal û mewdan im
Bav dixwazê next
Divê te bifiroşî
Ew bê soz û bext
Li dûr meyze nakê
Û li pêşketina wext
Zanê tu min divê
Û ez pir te divêm

Ji revandinê pêve
Tu rê nexuya ne
Bê pere te nadê
Bavê te ne ji wan e
Ez ê te birevînim
Û ew tenê derman e
Ji bîra min naçê
Çav û lêv û dêm

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê