Seîd Yûsiv - Destê Min Berde
wêneyê hunermendî:ê 361 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Destê Min Berde

Destê min berde lawiko
Wê me bibînin
Gundî û cîran bi carek
Li me bi kîn in

Destê min berde heyran
Wê bikin dengînî
Geleka ji wan nedîtî
Ax tu evînî
Wexta me dibînin weke
Tu tîra li wa xînî
Ji qehra dîn dibin ew
Berê ji xwe dîn in

Sozek mi da te ji soza
xwe venagerim
Gava te dibînim difirim
Bê çeng û perim
Gava tu bandikê divim
Her car ez werim
Dinya nedîtî bi gotina
Pirr me diêşînin

Go min û te bibînin
Carek li ba hev
Wê rojê li me reş bikin
Tarî weke şev
Ezê te êxim çavê xwe
Û li te bidim hev
Heger me hev dû kir bere
Agir bi xwe xînin

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?