Seîd Yûsiv - Dev Ji Te
wêneyê hunermendî:ê 283 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Dev Ji Te

Dev ji te bernadim lê
Ta ku sax im ez li dinê
Ew gula ez avdim lê
Nahêlim tu kes biçinê

Li hêvya te dimînim
Go bibim kalek mezin
Ji te pêve nayînim
Li kû heye weke te jin

Gelekî min tu av da
Ta ku tu xweş pişkivî
Tu giha te nav da
Rû bû wek şana hingivî

Hêstir min di barandin
Di mam şiyar ne raketî
Min çavê xwe digerandin
Go tu ji min dûr diketî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?