Seîd Yûsiv - Em Bira Ne
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Em Bira Ne

Bavo em tev bira ne
Heyran em tev bira ne
Em tev dikin xebatê
Dayka me Kurdistan e
Armanc jîna welat e
Dijmin baş bi vê zane
Kurd tev destan bidin hev
Kes nikarê bi wane
Hemî tevde bibin yek
Berê em canfida ne
Dijmin zanê bê em Kurd
Tev berê ji hev bela ne
Wê fermana me rakê
Wek gur xwe dadê wane
Çep û rast hemî Kurd in
Li ser vê riya hane
Gotinên we ne yek bin
Deng nagihê cîhan e

Kurd berê hemîyek bûn
Sed tişt heye nîşane
Dijmin me ji hev bela kir
Barê dijmin giran e
Yekîtî tenê karê
Kurda bidê xuya ne
Wê dijmin zû birevê
Weke tira kevan e
Kurdistan azad bibê
Ji destê ne tuwane
Ta ku ew rizgar bibê
Tê bidin rih û can e
Ala rengîn hildin jor
Ta ku herê asman e

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?