Seîd Yûsiv - Ev e Ev e
wêneyê hunermendî:ê 196 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Ev e Ev e

Eve ev e ev e
Ya ez wê divêm ev e
Ji bîra min naçê
Ne bi roj û ne bi şev e

Sed qîzî bidin min
Bi wan qayîl nabim
Li ber dil şêrin e
Wê nadim bi teva

Gazin min jê heye
Li min napirsî carek
Çi bi serê min werê
Li cem wê weke hev e

Min dil jêre raxist
Bi gul û beybûn e
ketiye dilê min de
Û ji dil dernakeve

Tê nêzîk binazî
Divêm wê bigirim
Destan dirêj dikim
Ew ji min direve

Dixwazim giran bim
Hebkî xwe ragirim
Go dûrî min herê
Dil pey wê dikeve

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?