Seîd Yûsiv - Ez ê Çi Bikim
wêneyê hunermendî:ê 141 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Ez ê Çi Bikim

Ez ê çi bikim ji malê dinê
Evîndar im dayê li minê
Lawik tê va min dixwazê
Li bextê we min bidinê

Ji zû ve ez li benda wî me
Ne sax im lê ez ne mirî me
Ger ew nebê gelo ez kî me
Ew layîqê min şengejinê

Evîn li min bû barê giran
Kes nizanê wa xuşk û biran
Go dinya tev bibê wêran
Terkê nadim ta mirinê

Ez ê çi bikim ji zêr û pere
Tevde li min kul û keser e
Go mirada me bi çî were
Nû bihna min wê bê der e

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?