Seîd Yûsiv - Ez Im Şehîd
wêneyê hunermendî:ê 170 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Ez Im Şehîd

Ez im şehîdê nemir
Şêr im diçim şerê gur
Divim herdem bikim ceng
Dijmin welatê min bir
Ger şehîd bim namirim
Go ez bimrim hê çêtir
Heger ez bibim şehîd
Wek min şehîd bûne pir
Dibim ber û diçim şer
Keko destê min bigir
Dijmin direvî bi tirs
Nedizanî xwe bikê kur
Dixwazim herim cengê
Naxwazim bimrim li vir
Erê ez dibim şehîd
Bo gelê xwe dibim pir
Di ser min re herin wan
Dadin dijmin hûr û gir
Li meydanê ez şêr im
Natirsim ji bayê kur
Gava ez bibim şehîd
Dibim çiya dibim gir
Bi xwîna xwe dikim ronî
Li ber riya keç û kurr
Ew dilopê xwîna min
Tevde dibê cewahir
Dixwazim bibim şehîd
Kes nebarînê hêstir
Min nivîsî bijî welat
Bi xwîna xwe li serkevir
Ez im şehîdê bilind
Tu kes nîne ji min mestir

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?