Seîd Yûsiv - Ez Vê Xemlê
wêneyê hunermendî:ê 167 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Ez Vê Xemlê

Ez vê xemlê li xwe nakim
Ez va çavên reş kil nakim
Ta Kurdistanê bistînim
Heyfê ji dijmin hilînim
Nû ezê dilê xwe şakim

Telyê xwe nakim bi hine
Nakim destê xwe bazin e
Ta welat azad bibînim
Dijmin bi zor jê derînim
Nûka dem û dewra min e

Ez girênadim kemberê
Heya go roja min werê
Ji roja xwedê ez dame
Bo welat ez canfida me
Pêşmerge me li her deverê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?