Seîd Yûsiv - Ferhad û Şêrîn
wêneyê hunermendî:ê 417 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Ferhad û Şêrîn

Ne Ferhad û Şêrînê
Ne Memê Ala û Zînê
Zehmet nedîtin wek me
Kes vî derdî nebînê

Ne bi roj û ne bi şev
Çavê me naçin ser hev
Kezeb û dil helyan tev
Ax ji derdê evînê

Em ji kê bikim gazin
Dermanê dila bixwazin
Ne şerm e em ne razin
Ji ber êşa birînê
Em ji xweda bi hêvî ne
Mirada me bi cî bîne
Me ji vî agirî derîne
Xweda tu me dibînê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?