Seîd Yûsiv - Fincana Qehwê
wêneyê hunermendî:ê 145 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Fincana Qehwê

Min qehwek vexwar
Û min falek vekir
Falê go hewar
Te çi bi xwe ktir
Gava tu cûyî xerîbîyê
Yara te çû yekî xwe kir
Min serî hejandî li ber
Min bawer kir û mi nekir

Ez çûm nav mala
Mi pirsa yarê kir
Mi dî malek vala
Pîrê tevnik çêkir
Dan yekî kal e
Ji dêla nextê kir
Ji ap û xala
Bi ya dê û bavê kir

Ez çûm serê gir
Mi dest kire kêlekê
Mi barandin hêstir
Li ser çav belekê
Xwedya zor lê kir
Ji bo pera pêlekê
Wan dest jev qut kir
Xayînê Felekê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?