Seîd Yûsiv - Firotina Mast
wêneyê hunermendî:ê 172 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Firotina Mast

Heger hûn Kurd in bi rast
Berejin ne firoşin mast

Ev keçên wek xezala .
Mast digerînin li mala

Malek nîne bê zilam
Jin tev de bûne xulam

Jin ji bo karê malê
Ne deynê qûtê salê

Mêr çêbûye ji bo kar
Jin jê re xweş bindar

Ne bifiroşê mast û dew
Mêr bikê qebqeb wek kew

Xem nakê pîrekin pîr
Ku bifroşin mast û şîr

Bê kes û pîrebî bin
Zarokên wan sêwî bin

Ev karê pirr tamsar
Bere ji me re nebê kar

Ne layîqê jina ye
Ew kar karê gênca ye

Bera keç tev bi xwîn in
Neçin mast bigerînin

Ev liştên ha û tiştê dî
Merov ji ber dikê fedî

Keç xemilî wek bûkê
Mast digerînê li sûkê

Bi çavkî dîlê xwe meyzînin
Van adetan hilînin

Kurd çêbû ye bi başî
Ne bimînê li paşî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?