Seîd Yûsiv - Hatim Taxê
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Hatim Taxê

Ez carekî hatim vê taxê
Min dî yarê cila diraxê
Min kt silav li bejna ztav
Dil û sewdan birin wê çaxê

Ew roja wê ez nas dikirim
Wê ez bê çeng û per dikirim
Wê ji bîr nakim ta bimirim
Ta ez bikevim binê vê axê

Tim nexweş im li nav livînê
Çavê min qet xewê nabînê
Yar jî gelek li xwe dişkînê
Dilber ji xwe di xwe der naxê

Pozbilind û gelek bi paye
Rehim di dil de qet nema ye
Mal nêzîke ew jê xuya ye
Carek riya xwe bi min naxê

Ez carna li hember disekinim
Dibêjim ez ji xwe mezin im
Ez gelek cara dipesinim
Lê divê yek ji me xwe daxê

Tu bi min re neke berberî
Evîn wilo qet naçê serî
Ev payebûna ha gulperî
Rindê kes tiştekî bi ser naxê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?