Seîd Yûsiv - Hawar
wêneyê hunermendî:ê 156 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Hawar

Hewar hewar sed car hewar
Dost û heval li me bûn neyar
Dosta em ji xwere firotin
Wan hevala standin Dînar
Wan xwe da ser tayê dijmin
Hevsar kirî mîna dewar
Dijmin jî herwan êm dikî
Bo talî li wan bibê siwar
Ji wan were bûne wezîr
Rojê ji Kurda dimrin hezar
Ji bo Kurda bidin kuştin
Xwe ji dijmin re dikin rêdar
Wilo ji wan re naçê serî
Çile diçê dibê bihar
Kurd tucar di wan nabûrê
Derba li wandê bê jimar
Wê wan bikê weke mişka
Lê bê kun û hin bê kiwar
Gelek şerme Kurd dirra bê
Xwe ji dijmin re dikê bindar

Dijmin jîre bi wî zanî
Lê jêre sist dikê hevsar
Ê ji meletê xwe re nebê
Bi hinek dîre ew nabê yar
Lê sed xwelî li serê wa bê
Wan xwe hişte bê cî û war
Rûreş bûn û her mane reş
Xwe sarkirin her mane sar
Dijmin li ber roja xwe ye
De pê li wan kê bi solê gemar
Kurd vê ji wan re nahêlê
Ew miletê mêr û şiyar
Gelek mîna wan kuştine
Teba her laşên wan dixwar
Kurd tucarî ji bîr nakê
Wê bighînê wana zirar
Wê wan bi dar ve bihêlê
Û her li wan xînê bi dar
Ne kuştî û ne raketî
Mîna van serxweşê xewar
Wek hestîyê devê kûçik
Ne derkevê ne herê xwar
Ji bo ew jî û hin mîna wan
Firotina Kurd nekin kar

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?