Seîd Yûsiv - Helebçe
wêneyê hunermendî:ê 163 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Helebçe

Ew dilbirîn e helebçe
Bi girî û şîn e helebçe
Tevde bi xwîn e helebçe
Li bîrê bîne helebçe
Tu dilî him tu gurçik î
Ma wê dijmin bi te çikî
Tu bûka welatî xweşikî
Mirna te li cîhanê nîne

Ciyê te dilê Kurda ye
Herkes bo te canfida ye
Me bi te serê xwe hilda ye
Bes hêstira bibarîne

Me da ye peyman û soz e
Azadîya te her doz e
Bîranîna te neyroz e
Tuwê her serfiraz bimîne

Dost û dijmin herkes zanê
Tuwî bûka Kurdistanê
Te deng da ye li cîhanê
Kes nikarê te bihejîne

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?