Seîd Yûsiv - Hinê
wêneyê hunermendî:ê 198 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Hinê

Lawo nazik im
Bi xwedê nazdar im
Bo te ranazim
Herdem şiyar im
Tu were rayê
Li min were rehmê
Ez evîndar im
Ne dîn û har im

Tu carî nakim
Xewa va şeva
Dil dişewitê
Agir pê dikeve
Xelkê bîhistî
Ji te hezdikim ez
Bo te ez bûme
Çîroka li ser deva

Ji te pêve lo
Li bîra min tune ye
Dilê min dêşê
Derman li ba te ye
Were mi bixwaze
Lawo ez ya te me
Herkes dizanê
Dil li ser te heye

Delalo carek
Were civînê
Da tu bi çava
Halê mon bibînê
Derdê min giran e
Xew bi çavêm nabê
Divê min bixwazê
An birevînê

Lê lê lêlê lê
Lê lê lêlê lê
Gul û gulşang a
Li ber dilê minê
Terkate nadim
Heya mirinê
Herkes ser dînê xwe
Tu yara minê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?