Seîd Yûsiv - Jinê Jinê
wêneyê hunermendî:ê 151 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Jinê Jinê

Jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Jinê jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Çendî tu bêjim tu hêja yî
Tu gul î û sebra dila yî
Li pişt min wek çiya yî
Hêjaye malê dinê

Kurdino min hêvî heye
Rêka cengê fire ye
Ciyê jinê tê heye
Jin jî ne kêmî we ye
Bextê we guh bidinê
Hêjaye malê dinê

Xelk tev çûne ezmana
Jin jî her tewlî wana
Jin jî wekî mêran e
Ê me bê xwendin mane
Li mal dimînin bi tenê
E’li bextê we guh bidinê

Li cîhanê seranser
Jin dixwîne û diçe şer
Jina Kurdî tev gewher
Welatparêz xebatker
Dûr nekin ji xwendinê
Hêjaye malê dinê

Jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Jinê jinê jinê jinê wey jinê
Tu taca serê minê
Çendî tu bêjim tu hêja yî
Tu gul î û sebra dila yî
Li pişt min wek çiya yî
Hêjaye malê dinê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î