Seîd Yûsiv - Keç Bixwînin
wêneyê hunermendî:ê 124 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Keç Bixwînin

Keçan tev bidin xwendin
Ta ku ew bibinejin

Ewê bibin xwendevan
Û bibin zane û dilovan

Wê bibin jîr û şiyar
Herxebatê bikin kar

Bi rastî wê bibin jîr
Tev bi bawerî û bîr

Bi ziman û weke şêr
Wê xwe bidin pişta mêr

Bo çi rûnin ew li mal
Bê ziman û kerr û lal

Welat her divê xwendin
Bo em navê wî hildin

Kur bi tenê ew ne bes
Bibin xwendin hemû kes

Keç û kur û hûr û gt
Ma çi ji xwendinê çêtt

Bibin Dektor û Hozan
Bibin şa 't û rêzan

Ta ku bibê kebanî
Wê her tiştî bi zanî

Bere tim bi xwînê baş
Bo ew ne mînê li paş

Dibê ji me re kêmanî
Keç xwendinê nizanî

Ew dema çû pirr dirêj
Mejin kir bû kêm û gêj

Bidin pêşî riya xweş
Wê nekin pişt perda reş

Hûn xwendinê bikin bar
Me ji we re got hezar car

Keç herin dibistana
Gênc hemî tevî wana

Bo jina Kurd herê pêş
Ji bo welat bibê şûrkêş

Ev jinê jîr û zana
Bi tenê bê xwendin mane

Welat her divê xwendin
Ji keç û xuh û kur û jin

Li Kurdistana rengîn
Kurd bi serbestî bijîn

Zûtir bê rizgarkirin
Kurd bêtir bê naskirin

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?