Seîd Yûsiv - Keçka Fille
wêneyê hunermendî:ê 150 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Keçka Fille

Wa keçka Fille
Ya li ser singê xaç
Bo xatrê Mesîh
Bide min yek maç

Roja min tu dî
Keçê bi wî xaçî
Dikim û nakim
Tu ji bîra min naçî
Min navê te li ser
Dilê xwe kola
Were rehmê bike
Li min bi yek maçî

Roja min selîb dî
Keçê li ser wê dingê
Memik dire'erîn
Dihatin min bi cengê
Gava te li min nerî
Bi awirê dijwar
Weke tu bavêjê
Min berê tifingê

Roja yek şemê
Tu çûyî dêrê
Memik hêkê dilmê
Ruwê te ê xêrê
Çavê min li te ket
Mejyê min firî
Dilê min da dû te
Wa selîbzêrê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?