Seîd Yûsiv - Kezyê Te
wêneyê hunermendî:ê 180 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Kezyê Te

Kezyê te marê reş in
Dêmê te sorîgeş in
Gotinê te gelek xweş in
De îşev rabe were civatê

Gotin weke hingiv e
Dejna te weke şiv e
Tu ya min ba wek min diva
Memikê te bûna sêvê xelatê

Mal û can ser te danî
Hêstir tên weke kanî
Mirada min te bi cî neanî
Te mala min lê birye mîratê

Dihelim ez kêm dikim
Miryê keça xweşik im
Ez divêm dil şa bikim
Bi te dilberê awir şewatê

Ne te di vê ne te navê
ji te dikim lave lavê
De min zanîba wê gavê
Tu bûyî weke heyva sibatê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?