Seîd Yûsiv - Ku Mame Sax
wêneyê hunermendî:ê 177 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Ku Mame Sax

Kula di dil de veda şax
Te kor kirî li min ocax
Tiştê te bi serê min anî
Başe li dinê ku ez mame sax

Te hişt işqê li xwe tobe kim
Bi wan her dû çavê te kim
Dil ji keçan re hew çêkim
Min li destan kirîye dax

Min ji te hiskir hê ez piçûk
Bibim zava û tu bibê bûk
Singa te bajarê bi sûk
Lêvên te gezo û qeymax

Sebra min nayê bi tenê
Bêyî te wa şêrînkenê
Dest bavêjim wê gerdenê
Ji min re dibê sebr û semax

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?