Seîd Yûsiv - Kurdê Nemir
wêneyê hunermendî:ê 129 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Kurdê Nemir

Ey Kurdê başî nemir
Kal û pîr û keç û kur
Em Kurd hene sî milyon
Ma kî heye ji me bêtir
Carek bînin bîra xwe
Va dijmina çi bi me kir
Welat kirin çar parçe
Her dijminkî parçek bir
Bi hezara ji me kuştin
ji xeynî ê ji nêza dimir
Em tu carî nedirevîn
Me jî ji wan dikuşt pirr
Dihatin me ew bi top
Bi tankan û balefir
Em bi xencer û tifing
Me pir kuştin bi kevir
Cara zora me diçû
Em dibûn ji berê çêtir
Mêranî bo Kurda ye
Çi li vir û çi li wir
Ji Kurda divê xebat
Ne li dijmin bikin nifir
Divê em tev bibin yek
Pê li dijmin kin bikin pir
Ji bo jîna Kurdistan
Tev bixwînin hûr û gir
Ji bo em serfiraz bin
Dadin dijmin hûr û gir

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?