Seîd Yûsiv - Li Ba Min Be
wêneyê hunermendî:ê 144 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Li Ba Min Be

Li ba min be neçe dûr
Dînim gava tu dûri
Birîn bêtir dibê kûr
Evîn li min dikê zorî

Tu diçî ji ber çava
Ez tu kesîna bînim
Heya ro diçê ava
Bi şev ji xwe ez dînim

Em wek gul û beybûn in
Hey xwedê bo min hiştî
Ger bi hev re dirûnin
Nadim bi sed buhiştî

Raje destê min canê
Bo ev dil hew bi nale
Em herin Kurdistanê
Welatê bav û kala

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?