Seîd Yûsiv - Li Min Negrin
wêneyê hunermendî:ê 235 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Li Min Negrin

Li min negrin
Derdê min gelek giran e
Yar xweşik e
Piçûk e û gelek nezan e
Go ez nebînim
Li ber min mij û moran e
Roja bêşim
Zanibin keç ne xuyane

Keç piçûk e
Ne ketîye darê jine
Dil dêşînê
Ne xema wê dilê min e
Bi min nizanê
Ez kirim behrek mezin e
Û bîrê nabê
Go ez jê bikim gazin e

Bi wê dêşim
Bi zarokê re ketimê
Lê dinêrim
Ta çavê min diqerimê
Birîndar im
Wek tu li mixê derba rimê
Maçek nadê
Rih dixwazê û ez didimê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?