Seîd Yûsiv - Lihevnayêm
wêneyê hunermendî:ê 197 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Lihevnayêm

Ez bi tere li hev nayêm tu carî
Tu maçekî nedê min ji lêva
Pora tey reş wek şeva tarî
Ma ne ezim gurikê şêva

Piştî te dî tu bi min karî
Te ez kirim wek kalê birê ve
Keç hebûn bihtir ji hezarî
Kê dil revandî ji te pêve

Ez ji te dixeyidim tu zanê
Çimkî li cem min tû buhayî
Te nadim bi malê cîhanê
Wa piçûka bimire gihayî
Min ne xeyidî ji bo ramûsanê
Min ji te di xwest û te nedayî
Derewînê bê soz û civan
Tu mi dikujî tu bi min ve nayî

Te bixwe çijimin divê bêje
Li ber çavêmin tu bûyîhorî
Ji te djlê min wa keça hêja
Rihê minî şerîn bi gorî
Bo te ez bûme weke gêja
Çimkî evdiir min dikî zorî
Çîroka min b'tere dikrêje
Bê silavjîhê tu dibûrî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?