Seîd Yûsiv - Min Ban Kiryê
wêneyê hunermendî:ê 181 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Min Ban Kiryê

Min ban kiryê li min fitilî
Li ber pê ket bisk û gulî
Min xwestya dil jêre bêjim
Zimanê min li hev herbilî

Ev dil dagirtîg otin e
Tu dibê gewrê hay jê tune
Derdê min gelek mezin e
Evîna wê ket vî dilî

Çawa ya dil jêre bêjim
Ji ber evîna wê gêj im
Bo wê hêstiran dirêjim
Carek bi min re naşitexilî

Çi bikim ji vê keça ciwan
Dilbirin im tu yî derman
Evîn bûye derdê giran
Wê danîye ser vî dilî

Xwezî carkê bigota bile
Wê şa kir bane ev dile
Bejin weke şaxa gule
Di biharê de xemilî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?