Seîd Yûsiv - Min Ji Tere Got
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Min Ji Tere Got

Min ji te re got cara sedî
Tu car ji min neke fedî
Divêm hergav te bibînim
Ez têm tu xwe bi wê ve didî

Ez têr nabim ji dîtinê
Wa bihara dilê minê
Ez têm gula, wa gulçinê
Te navê hilm li min bidî

Min navê te li ser dil kola
Dilê te bûye ji pola
Te ez kirim dînê çola
Yek xeber xweş min ji te nedî

Bi evînê em bûne heval
Ji derda dikim nale nal
Te ez helandim ma ev bû hal
Tu li min dikî du bendî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?