Seîd Yûsiv - Min Qedehek
wêneyê hunermendî:ê 161 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Min Qedehek

Min qedehek ji desta vexwar
Lê wê ez dîn dikirim du car
Çarek bi vexwarna qedehê
Û cara dîjî bi awirê dijwar

Heta nîvê şevê pê re rûniştim
Xwe kir dilê min de bê sewdan hiştim
Bi gotinê evînî bi carkî ez kuştim
Nema dirazim her dimînim şiyar

Çi şevek xweş min pê re derbas kir
Û çend qedehê me yê bi hevre xilas kir
Ez ketim halekî min hew xwe nas kir
Min bi xwe re ji bîr kir bû ferek guhar

Ew rojê wilo xweş gelo ma wê bên
Tev evîn û şahî û sorgulê bi bên
Min nizanî evîndar ecêb pêde tên
Ez evîndar im dimînim birîndar

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?