Seîd Yûsiv - Min Serê Xwe
wêneyê hunermendî:ê 562 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Min Serê Xwe

Min serê xwe rakir
Min dî dîlber ditewîya
Memikê wê xuya kir
Weke rêka li nav du çiya

Çavê min li bejin û balê
Aqlê min mabû li balê
Ew kiras erdê dimalê
Dilê min gelek pê diêşîya

Min nedîbû ji wê carê pê ve
Bi yek dîtinê dil ma pê ve
Bi wî zimanî bi her dû lêva
Silav da û şekir rijîya

Me çîrokê dil digotin
Lê her tişt ji xwe nayê gotin
Di go dil nayê firotin
Dilê min kesî nekirî ye

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?