Seîd Yûsiv - Min Tu Xweyî Kirî
wêneyê hunermendî:ê 156 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Min Tu Xweyî Kirî

Min tu xweyîkirî
Dînê bi şîr û şekir
Min rihê xwe da te
Min li ber te tobe kir
Bûme êsîrê
Işq û evîna te
Te dil derman nekir
Nekir û nekir

Te çi ji min xwest
Min ji te re dianî
Te tiştek neda min
Heme te digo kanî
Min digo tu malî

Tu kes û rih û canî...
Rih bû min da te
Dil min ji te re vekir

Ev sal dibuwirtin
Ji te bi hêvî bûm
Çi dihate serê min
Ez bi wê razî bûm
Her dem tu dil xweş bû
Ez bi qîrr û gazî bûm
Ma min tenê evîn dî
Hatim min hij te kir

Ma li bendî te bim
Kubar heya kengî
Bo te çi bi min hat
Meyzeke li vî rengî
Gava em zaro bûn
Min ji te hezkir hingî
Te di agir de hiştim
Can min çi bi xwe kir

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?