Seîd Yûsiv - Nazdar
wêneyê hunermendî:ê 173 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Nazdar

Nazdara dê û bav im
ji te pêve kesî navim
Mîna stêrê diçirisim
Lê weke ewr û tav im

ji dengê min gul dibarin
Pir hene bo min jar in
Lê awirê min dijwar in
Wek rihana bi av im

Li ber te bê ziman im
Bi derdê dilê te zanim
Ji te bihêvî û guman im
Evîn behr e û li nav im

Tu bi tenê bi min karî
Ez bi gorî hezar çarî
Te dil kir parçe û parî
Berê ez hevrîşmê xav im

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?