Seîd Yûsiv - Nazik û Nazdar
wêneyê hunermendî:ê 138 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Nazik û Nazdar

Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Xewa şevê nizam çî ye dimînim şiyar
Agir bi dilê min ketiye ez dikim hawar
Ew roja te gul anî dil ji navê deranî
Çendî barê giran î li milê evîndar li milê evîndar
Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Rû wek heyva çardeha ku dibe êvar
Memik bi sînga ve gihan wek du heb hinar
Hawar çendî ciwan î wek tayek rihan î
Te ji xwe re dikim kevanî ez im malxweyê mal
Nazik û nazdara dila nazik û nazdar
Bi dest da min baqê gula dil birî yek car
Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î
Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?