Seîd Yûsiv - Newroza Kurda
wêneyê hunermendî:ê 128 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Newroza Kurda

Tu gelek hêja yî
Tu ronîya çava yî
Her sal û vî wextî
Bo wî tacî û textî
Kurd tev dikin şahî
Ew tac li te pîroz bê
Newroza Kurda

Sersera tu hatî
Tu cejna welat î
Divê dîlan çê bê
Çi cîyê tu lê bê

Tu dikî ronayî
Ew tac li te pîroz bê
Newroza Kurda

Kawa rêkek çêkir
Xebatê destpê kir
Bi te min serfiraz in
Welat em dixwazin
Ala me hildayî
Ew tac li te pîroz bê
Newroza Kurda

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?