Seîd Yûsiv - Nofa
wêneyê hunermendî:ê 238 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Nofa

endîwerê peytaxt e lê lê...
endîwerê peytaxt e, keç xatûna li ser text e
şûşa wiskî li dest te, ne te soz û ne bext e
çima îznê nadî min, nîv saatekî bême rex te
lê lê… nofa

amûdê ber bi ba ye lê lê… nofa
amûdê ber bi ba ye, dirbêsiyê ava ye
li ser kaniyê xuyaye, çadira xorta vedaye
nofa qîzek hêja ye, min li eslê nofa pirsî
nofa keça axa ye lê nofa…

lê nofa te zeriyê lê lê… nofa
lê nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê
xulama te sipehiyê, ferze keçka xelkê bû
muhbeta dilêm ketiyê nofa…
lê nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê
ez xulama sîng sipiyê, bejin ji dara biyê
xweska ez bûyama gustilk, ketibama wê tilîyê
ferze keça xelkê bû, muhbeta dilêm ketiyê nofa…

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?