Seîd Yûsiv - Pêşmerge
wêneyê hunermendî:ê 139 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Pêşmerge

Pêşmerge şêrê li meydanê
Li dijmin dikin fermanê
Diparêzin Kurdistanê
Pêşmerge ne pêşmerge

Ew bazên serê çiya ne
Yekê wana bi sed mêra ne
Bo welat ew canfîda ne
Pêşmerge ne pêşmerge

Bi şev bi roj ew ranazin
Di cengê de teyrê baz in
Welat serfiraz dixwazin
Pêşmerge ne pêşmerge

Tên kuştin serî hildayî
Bi xwîna xwe dikin ronayî
Li ber gêncê nû gihayî
Pêşmerge ne pêşmerge

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?