Seîd Yûsiv - Piçûka Nekujin
wêneyê hunermendî:ê 129 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Piçûka Nekujin

Piçûka nekujin
Xwînê nerêjin
Ne mêr û ne jin
Bera tev bijîn

Dara jê nekin
Bexçe hişk nekin
Reşa kêm nekin
Sipî û reş yek in

Wan neberdin hev
Rohê nekin şev
Tev bijîn wekhev
Neçin je v'bi rev

Gul diçilmisin
Bi agir û hesin
Masî difetisin
Hûn her bê hisin

Dişewitin bax
Diherifin qunax
Hin dimrin bi dax
Hin namînin sax

Gelek tazî ne
Gelek birçî ne
Kes wa na bîne
Kes hay ji wa nîne

Reş nekin bajar
Li hev nebin neyar
De hişk nebin dar
Û tim hebê buhar

Ev dar û devî
Gulzar û zevî
Çi bijî tevî
G' nebê wekhevî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?