Seîd Yûsiv - Qamişlo
wêneyê hunermendî:ê 231 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Qamişlo

Qamişlo bajarê evînê
Ciyê govenda û civînê
Heger tu bi xwe evîndar î
Li wê ye dermanê birînê

Keçê wê tev de pir ciwan in
Xortê wê hemû dilovan in
Kalê wê tev mêr û giran in
Jinê wê wek zêrê li xizînê

Bi şev tê de kesek ranazê
Ji dîloka û govend û sazê
Her kesek şahîyê dixwazê
Here tê kêf çîya bibînê

Derî di vebê li ber mêvana
Û bicî tînin soz û peymana
Lawê wê wek şêrê çiyane
Herkes welat li bîrê tinê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?