Seîd Yûsiv - Rojek Ji Rojan
wêneyê hunermendî:ê 292 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Rojek Ji Rojan

Rojek ji rojan
Te soz bi nû re dan
Rojek sersalê
Li te bû me mêvan
Ev dilê bi evîn
Tev de bû btîn
Min rojê xweş nedîn
Wa keça ciwan

Min evîn nedîbû
Lê bûm evîndar
Xelk tev di razin
Ez dimînim şiyar
Tu kes nizanî
Bi êşa vî canî
Awir li min danî
Mame birîndar
Ji bo te hewar
Sed carî hewar

Dunya şêrîn bû
Bi min hawîrdor
Yarek min çêbû
Weke gula sor
Gul bi stirî ne
Dest dikî xwîne
Te bi xwe dil nîne
Te dil bir bi zor
Te bi xwe dil nîne
Te dil bir bi zor

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?