Seîd Yûsiv - Sê Bira
wêneyê hunermendî:ê 159 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Sê Bira

Sê rengê bira hene
Herkes zanê bê guman
Bira nan û bira can
Birayê wî tiştê han
Bira nan dibê ji mal
De bixwê rojê sê dan
Xwe dikê kurê malê
Bi sed bavî naghê wan
Bi kebanîyê re dost e
Êdî namînê mêvan
Dostê sifra hazir e
Her xwarin jê re derman
Êrîş dikê xwarinê
Tu di bê li wê ewe semyan
Lê dostanî jê nayê
Bira dost e bi ziman
Rojkî tu kêm bikevê
Wê bavê te bê wijdan

heger xwarin nemînê
Tu wî nabînî bi çavan
Yek helbesta min heye
Ser birayê tiştê han
Ger bi te re bibê dost
Ew rojekî ji rojan
Wê bibê bi te re bira
Te dî çavê wî geran
Xwe dighênê jinê li mal
Bi gotin û xeberdan
Ger jinek bête nêzîk
Kenî wek xuşk û biran
Dikevê bawerîkê
Wê ji xwer wê bikê nîşan
Her roj wê bê bi diyarî
Li wê malê bidê serdan
Wê rojê hezar carî
Xwe ji wa re bikê qurban
ji xeyala wî dernayê
ji tiştê gelek giran
Li wê dibê koledar
Ku hebî jinek ciwan
Bimrê ew pîsê merdal
Lê kevê topa terxan
Êdî hevokên hêja
Bo birayê dil û can
Dema dest ew didê te
Tu carî nadî xapan

Bo te her canfida ye
ji te navê mal û mewdan
Her dem bi te re dijî
Bi dil bi rih û sewdan
Xweyî bîr û bawer e
Nayê kirin bi zêran
Ji bo te amade ye
Ji dil xwe dikî rêzan
Tu bikevê tengîyê
Serî dihildê wek sîpan
Her mêr xas û egît e
Bi ol bi soz bi peyman
Ê wilo bike bira
Tu nabînê tu derdan
Bila bi te re bira bê
Tu car tu nabê poşman

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?