Seîd Yûsiv - Serê Min Diêşê
wêneyê hunermendî:ê 192 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Serê Min Diêşê

Serê min diêşê
Nizanim çima
ji derdê evînê
Yan ji kul û xema
Ji xelkê were
Ez dîn û har im
Erê ez dîn im
Lê dînê te me

Ber xwe nabînim
Tim dibê tarî
Tu di kê ronayî
Li vî bajarî
Tu ji min dûrî
Bo te ez diêşim
Bê hiş dimînim
Hêstir dibarî

Li cem min rûne
kab li ser kabê
Tu ji min dûr î
jixwe wiha nabê
Ew pora dirêj
Li desta bialînim
Dixwazim carek
Dil bi te şa bê

Ez dînê te me
Tu ji dil dernayê
Derdê min giran e
Dikevim tayê
Rindê tu ji min re
Derd û derman î
Mirada min tu wî
Li vê dinyayê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?