Seîd Yûsiv - Silav Da
wêneyê hunermendî:ê 156 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Silav Da

Silav da min dest bi dest
Pêre dilê min di xwest
Min go ji tere dil û can
Tev ji te re bi qurban
Tu li tevî bûyî serbest

Silav da destê min hejand
Hiş û sewdanê min firand
Wê nego min ev xort êşand
Wê dî çavê min jê şikest

Tu li rihê min serbestî
Dil tu bibe bi wî destî
Bimrim bibim çerm û hestî
Baş wan destan bike darbest

Tu xezala li berya jêr î
Tirsim gava tu li min dinêrî
Xweş e ku tu li dil biçêrî
Weke mêrga bi newal û best

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?