Seîd Yûsiv - Sozdil
wêneyê hunermendî:ê 175 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Sozdil

Xewka min nayê
Sozdilê ciwanê
Bi şev û rojê
Havîn, zistanê
Mi ji te hez kiriye
Te ji xwe re dixwazim
Dilberê, rindê
Memik şemamê

Tu ji bîra min naçê
Û te ji bîr nakim
Û ez ê vî dilî
Zeryê bi te şa kim
Dinalînim ez
Ji êşa dibakim
Çav li te digerinim
Dîtin dermanê

Dimînim şîyar
Şev pirr dirêj in
Her dû çavê min
Hêstira dirêjin
Ez, te heval in
Dostê ji mêj in
Dê were rayê

Destan dirêj ke
Wek evîndara
De em şa bibin lê
Li bin sîka dara
Wê li dil behar bê
Û dunya bihar e
De em dila şa kin
Û çêkin dîlanê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?