Seîd Yûsiv - Ti Li Alîkî Yî
wêneyê hunermendî:ê 245 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Ti Li Alîkî Yî

Tu bi xwe li alîkîyî
Dunya tev li alîkî ye
Tu ji rihê min şêrintirî
Ê te ji min bistînê kî ye?

Ji xwe bêtir min hij te kir
Min rih û can li ser te kir
Te dilê min parçe parçe kir
Her parçekî li cîkî ye

Rih ji te re dikim gorî
Dilbirin im tu textorî
Tu bixwe wekgula sori
Her pelekî bi zerîkî ye

Tu ji paya xwe dakeve
Bo ev dilê min rakeve
Tu çîroka hemû deva
Tu weke gulperikî ye

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î