Seîd Yûsiv - Wer Em Dila
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Wer Em Dila

Were em dila bi hev bidin
Çawa tu jî herê werê
Her wê çavê te li min bê
Her tu wê li dûv min bigerê

Divê tu nekî gazina
Ev derdê min pirr mezin e
Çi tiştê bê serê min e
Sebeb tu yî xweş esmerê

Di dil de agir û pêt î
Nakim dengî ji fihêlî
Berxê tu rewşa welêt î
Miryê te me xizêmzêrê

Kesî nedî derdê dila
Wek min ji misilman û file
Li ba min rûne û bişitexile
Wê bihna min bi te derê

Dilê min soz dayê te ye
Sewdanê min bi te re ye
Heya rojek 'emrê min heye
Dil ji vê rê venagerê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î