Seîd Yûsiv - Were Bi Mêvanî
wêneyê hunermendî:ê 164 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Were Bi Mêvanî

Ma rojekî tu rê şaş nakî dilê min
Were carek mala me bi mêvanî
Were xwe bi te mezin bibînim dilê min
Were ez te bibînim tu rih û canî
Ne pir maye ji min re bo te dîn bim
Were cem min serikî bi giranî
Derdê min giran in birinê min kûr in
Ez evîndara te melo tu zanî
Heya kengî wê halê min wilo bê
Nexweşeka bê hal im tu derman î
Li ba min rûne de ez hilma te bikim
Were rûne li eywanê û li banî
Cerg û dilê min te sotin bi evînê
Ji dilê xwe dinalim tu bê gumanî
Ka ew soz û peymanê te bi mire dan
Kurko dîno zozek ne bû xuyanî
Bi şev ranazim bi xem û xeyal im
Hêstir dibarin weke av û kanî
Gula li ber bihna te me ta ez heme
Min navê tey şêrîn li ser dil danî

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?