Seîd Yûsiv - Xezala Kendala
wêneyê hunermendî:ê 143 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Xezala Kendala

Keç xezala kendala
Ez bûm nêçîrvan
Mame li dûv bi sala
Bi tîr û kevan
Li serê van tehta
Dil dima reht e
Min xezal negirt
Bûm êsîr, kovan

Xezala min gelek
Ew dûr dibezî
Ew nayê girtin
Bi ax û xwezî
Bimînim şiyar
Şevên germ û sar
Heye rojek ew
Li min bibê mêvan

Bê sebr û hedanim
Û na cê ji bîrê
Ma ez nêçîrvan im
Diçim nêçîrê
Ev demek dîrêj
Mame kerr û gêj
Ji destê min çû
Çendî min xefk vedan

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?