Seîd Yûsiv - Xwe Neveşêre Kubar
wêneyê hunermendî:ê 304 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Xwe Neveşêre Kubar

Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e
Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
Tu xeber şekir î, lêvê te hungivîn e

Ro li min bûne sal bo te şêrîn yarê
Dil dike nale-nal derman bik kubarê
Zerya min çawxezal tûyî bûka tarî
Brînê min gelek kûrin tu wer bikewîne
Çavê min bûne newal tu bes min bigrîne

Ez ne xerîb im kubar xortekî gundî me
Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me
Çavêm qerimîn ji te bê hêvî me
Brînê’m gelek kûr in tu wer bikewîne

Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e
Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
Tu xeber şekir î lêvê te hungivîn e

Gotin û Muzîk : Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?